13 Îlon 2016•Rojanekirin: 14 Îlon 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo Eyda Qurbanê bi kurmancî û zazakiya zaravayên kurdî peyama pîrozbahiya eydê weşand.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo Eyda Qurbanê bi kurmancî û zazakî peyama pîrozbahiyê weşand.
Erdogan di peyama xwe ya pîrozkirina Eyda Qurbanê da bi kurmancî wiha got: "Cejna Qurbanê ya milletê me û cîhana Îslamê pîroz dikim û hêvî dikim ku ev cejn, ji bo mirovahiyê bibe sedema aşitiyê û aramiyê."
Serokomar Erdogan di peyama xwe ya zazakî da jî wiha got: "Ez roşanê qurbanan ê mileta ma û heme alemê îslamî pîroz kena, wazena roşan qandê însanetîye rê bibo wesîleyê xêr û aramî û aştbîyayene."