19 Gulan 2016•Rojanekirin: 19 Gulan 2016
WASHINGTON
Di daxuyaniya Qesra Sipî ya nivîskî da hat diyarkirin ku Serokê DYAyê Barack Obama û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di têlefonê da li ser bûyerên li Sûriyeyê, têkoşîna dijî terorê û PKKê axivîn.
Qesra Sipî di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku Serokomar Erdogan û Serokê DYAyê Obama bi têlefonê axivîn.
Serokomar Erdogan û Obama di axaftinê da li ser rewşa li Sûriyeyê, zeyîfxistina DAEŞê, têkbirina wê, êrîşên terorê yên li Tirkiye, Ewropa û welatên din axivîn û herduyan jî gotin ku dibê ecele pirsgirêk bên çareserkirin û bi hev ra hewl bidin.
Di axaftinê da carekê dîsa hat gotin ku li dijî hemû rêxistinên terorê PKK jî tev dibê hevkariya navneteweyî bê kirin, pevçûnên li Sûriyeyê bên sekinandin û agirbest bê domandin.
Di daxuyaniyê da Obama got ku ji bo wan ewlehiya Tirkiyeya mitefîkê NATOyê girîng e.