19 Gulan 2016•Rojanekirin: 19 Gulan 2016
ANKARA
Sererkaniyê der barê firokeya leşkerî ya ku li Çukurcaya navçeya Hekariyê ket da wiha got: "Ew qinaet çêbûye ku dema firokeyan wezîfeya xwe dikir, firokeyek ji ber guleberdana terorîstan ku tê texmînkirin ji moşekeke ku ji jêr hatiye avêtin, ketiye."
Di daxuyaniya nivîskî ya Sererkaniyê da hat destnîşankirin ku di 13ê gulanê da piştî êrîşa endamên rêxistina terorê ji bo berterfkirina endamên rêxistinê 2 balafirên şer ên bi tîpa F-16 şandine herêmê û hedefên rêxistinê hatin bombekirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji bo alîkariyê digel yekîne û balafirên bêmirov 2 firokeyên ku li herêmeke din wezîfedar bûn jî şandine ciyê operasyonê.
Sererkaniyê di daxuyaniya xwe der barê firokeya leşkerî ya ku li Çukurcaya navçeya Hekariyê ket da wiha got: "Ew qinaet çêbûye ku dema firokeyan wezîfeya xwe dikir, firokeyek ji ber guleberdana terorîstan ku tê texmînkirin ji moşekeke ku ji jêr hatiye avêtin, ketiye."
Hat diyarkirin ku der barê bûyerê da lêkolînên berfireh tên kirin û wiha hat gotin: "Di bûyerê da 2 pîlot û 8 leşker şehît ketin û 13 leşker jî birîndar bûn. Di operasyonê da 13 endamên rêxistina terorê ya cihêxwaz jî hatin kuştin."