Nihat Kavşut
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 09 Mijdar 2018
ANKARA
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wê sibê bi Emîrê Qeterê Şêx Temîm bîn Hamed Al Sanî ra biaxive.
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê Erdogan wê sibê bi Emîrê Qeterê Al Sanî ra ku ji bona serdaneke taybet tê Tirkiyeyê, bicive.
Tê texmînkirin ku di hevdîtinê da ji xeynî têkiliyên dualî mijarên herêmî bên gotûbêjkirin.