Fatih Gazioğlu
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 12 Mijdar 2018
VAN
Li Gewaşa navçeya Wanê di binê golê da borî danîn û av kişandin Girava Axdamarê.
Xebata projeya ku ji hêla Îdareya Kanalîzasyon û Avê ya Wanê (VASKÎ) ya ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê va dihat çêkirin temam bû.
Li navçeya Gewaşê ji bo hewcedariya avdana dar û bexçeyan, ji bo heywanên li giravê dijîn û vexwarinê depoyeke avê çêkirin. Depoya avê li Pinarbaşiyê li binê Çiyayê Artosê danîn.
Piştra bi boriyan av kişandin qeraxê golê û ji wir jî bi bariyerên beton borî kişandin bin golê.
Piştî kar û barên kişandina boriyan qediya av ji ser 5 ciyên cuda ji kaniyan derxistine ser giravê.
Wekîlê Midûrê Giştî yê VASKÎyê Emrah Çayirli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku proje qasî 3,5 mehan dewam kir. Çayirli got ku wan di çarçoveya projeyê da ji bin golê 4 kîlometre boriyên avê kişandine giravê û wiha axivî:
"Me boriyên xwe bi blokên beton yên ku 80 kîlo ne danîn. Me ev proje li gor 'modela Qibrisê' amadekiribû. Me ji bo vê projeyê qasî 5 milyon lîreyî mesref kir. Bi saya vê projeyê heywanên li giravê êdî bêav namîn in. Darên wê derê wê werin avdan. Ev xizmet wê bi kêrî turîzmê jî bê. Ji vir şûn da girav wê her dem hêşîn bimîne."