11 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2016
BAKU
Serokomarê Azerbaycanê Îlham Elîyev ji bo kesên ku di êrîşa terorê ya li Stenbolê de mirine ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re peyama sersaxiyê şand.
Elîyev li ser malpera înternetê ya fermî ya Serokomariya Azerbaycanê got ku ew ji ber kesên ku di êrîşa terorê de mirine xemgîn e.
Di peyama xwe deElîyev wiha got: "Em vê êrîşa terorê şermezar dikin. Li hember hemû cure terorê divê bi hev re û bibiryar têkoşîn bê dayîn. Ji ber vê facîayê li ser navê xwe û gelê Azaerbaycanê ez sersaxiyê didim malbatên ku eqrebayên wan di vê êrîşê de mirine. Xwedê şifayê bide birîndaran."