11 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
ANKARA
Ji êrîşên ku li Stenbolê nêzî Beşîktaş Vodafone Arenayê hatin kirin, li welêt ji bo rojekê şîna millî hat îlankirin.
Bi îmzeya Serokwezîr Bînalî Yildirim ji wezaretan ra nivîs hat şandin û ji ber êrîşên terorê li welêt ji bo rojekê şîna millî hat îlankirin û ji bo ku hemû alayên li ser dîregan daxin nîvê dîregê telîmat hat dayîn.
Li gor agahiya ku ji Navenda Koordînasyonê ya Serokwezîriyê ya TCê hat dayîn, di nivîsê da wiha hat gotin:
"Di êrîşa terorê ya menfûr ku di 10ê berfanbara 2016an da li Stenbolê hat kirin da ji ber kesên kuştî ji bo rojekê îlankirina şîna millî û daxistina alayan munasib hat dîtin."