19 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
TAŞKENT
Serokomarê Ozbekistanê Şavkat Mîrziyoyev ji ber encamên serkeftî yên dendayîna gel a 16ê nîsanê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan pîroz kir.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokomariya Ozbekistanê, Mîrziyoyev ji Serokomar Erdogan ra nameya pîrozbahiyê şand. Serokomarê Ozbekistanê Mîrziyoyev di nameya xwe da ji ber encamên serkeftî yên dendayîna gel a 16ê nîsanê, Serokomar Erdogan pîroz kir.
Mîrziyoyev herwiha kêfxweşiya xwe îfade kir ku di navbera herdu welatan da hevkarî û rêzdariya dualî pêş dikeve û dîsa destnîşan kir ku ew pê bawer e wê peywendiyên dostane yên di navbera gelên birayên hev ozbek û tirk da sibê jî xurt be.
Mîrziyoyev ji bo Erdogan serkeftin, ji bo gelê Tirkiyeya bira jî aştî, aramî, îstiqrar û pêşketin xwest.