01 Nîsan 2016•Rojanekirin: 03 Nîsan 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu ji ber eleqeya ku di ziyareta wî ya Diyarbekirê de nîşanê wî dan ji ser hesaba xwe ya Twîtterê spasiya diyarbekiriyan kir.
Davutoglu di parvekirina xwe ya ser hesaba xwe ya Twîttera malpera parvekirina civakî got ku "Diyarbekira bajarê murşîd îro mînaka herî xweş a biratiyê nîşan da. Ji bo mihebet û weqara te spas Diyarbekir."
Ji aliyê din ve welatiyan eleqeyeke mezin nîşanê etîkata #SerokwezîrliSûrêye ya ku bikarhênerên Twîtterê ji bo ziyareta Davutoglu ya Sûrê vekiribûn, dan. Etîket di demek kurt de ket nav lîsteya "trend topîc"ê.