04 Sibat 2018•Rojanekirin: 05 Sibat 2018
HATAY
Serokwezîr Bînalî Yildirim beşdarî merasima cinazeyê Piyade Çawîşê Pispor Ahmet Bayramê ku di Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya li Efrîna Sûriyeyê da ji ber êrîşa PKKya rêxistina terorê şehîd ket, bû.
Li goristana Asrî ya Kirikhanê ji bo şehîd Bayram merasima cinazeyê hat lidarxistin.
Ji bilî malbata wî Serokwezîr Yildirim, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Gihandin Ragihandin û Behrevaniyê Ahmet Arslan, Waliyê Hatayê Erdal Ata, hin parlamenter û gelek welatî beşdarî merasimê bûn.
Serokwezîr Yildirim beriya nimêjê sersaxî da Mustafa Bayramê bavê şehîd.
Miftiyê Hatayê Hamdî Kavîllîoglu nimêja cinazeyê da kirin û piştî nimêjê ew li Şehidiya Kirikhanê hat definkirin.
- Yildirim sersaxî da malbata şehîd Elîtaş
Serokwezîr Yildirim paşê çû mala bavê Şahîn Elîtaşê ku karkerê TEDAŞê bû û di 22yê çileya paşîn de ji ber êrîşa PKKya rêxistina terorê şehîd ket û sersaxî da malbatê.
Wezîr Soylu û Arslan jî bi Serokwezîr Yildirim ra çûn û wan jî sersaxî da bavê Elîtaş.