06 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku di axaftina têlefonê ya Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Çîpras da helwesta Tirkiyeyê ya ji bo mijara Qibrisê hat nirxandin û bala xwe dan ser sernavên "Garantî û Ewlehiyê".
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên Serokwezîriyê hatin sitandin, Serokwezîr Yildirim do êvarê di têlefonê da bi Serokwezîrê Yewnanistanê Çîpras ra axivî.
Di axaftinê da helwesta Tirkiyeyê ya ji bo mijara Qibrisê hat nirxandin û bal kişandin ser sernavên "Garantî û Ewlehiyê".
Wek mayîn di axaftinê da hat gotin ku li Giravê ji bo aştiyeke mayînde dibê her civak wekhev bê hesibandin û tirk û yewnan ji heman mafan îstifade bikin.