Haydar Şahin
12 Îlon 2019•Rojanekirin: 12 Îlon 2019
Kudret Ozersayê Wezîrê Karên Derva û Alîkarê Serokwezîrê Komara Tirk a Qibrisa Bakur diyar kir ku piştî şewata li cebilxaneya di nav herêma eskerî ya Grîneyê da derketibû teqîn çêbûn û hê dewam dikin.
Ozersay li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyanî da û destnîşan kir ku şewata di cebilxaneyê da derketibû dewam dike û got, "Nika hê teqîn dewam dikin."
Ozersay diyar kir ku piştî teqînan şarapnel li der û dorê belav dibin ji ber vê ketin û derketina herêmê girtin û qada ewledar amade kirin û ji bo tevdîrê jî ceyran birîn.
- "Li gor tesbîtên ewil kes nemir"
Kudret Ozersayê Wezîrê Karên Derva û Alîkarê Serokwezîrê Komara Tirk a Qibrisa Bakur got ku li gor tesbîtên ewil kesek nemiriye, ji ber teqîna ewil camên hin avahiyên li dorberê şikestin û ji ber van caman hin kes birîndar bûn.
Ozersay destnîşan kir ku ambûlansên li herêmê û ekîban midaxeleyî birîndaran kirin û welatiyênli Arapkoyê dijî ji bo tevdîrê hatin texliyekirin.
Ozersay got şewat ji bo herêmê tehdîd nîne û wiha axivî: "Nika şewateke ku li der û dorê belav bibe tune."
Wekî mayîn hat ragihandin ku otêleke li herêmê jî ji bo ted,rê hat valakirin.