Nihat Kavşut
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim nimêja înê li Mizgefta Sûkê ya Polatliyê kir û piştî nimêjê daxuyanî da rojnamevanan.
Serokwezîr Yildirim der barê mizakereyên ji bo Qibrisê hatin kirin da wiha got: "Tirkiye ji bo parastina hiqûqa xwîşk û birayên xwe yên li Komara Tirkan a Qibrisa Bakur li gor mafên hiqûqa navneteweyî çi ji dest were wê bike û heta dawiyê hemû heqên xwe bi kar bîne. Heger Neteweyên Yekbûyî û organîzasyonên din çi çaxê bixwazin li giravê çareseriyeke adil û wekhev çêbe em ê tim li terefê çêkirinê bin."
Yildirim ji bo bêencammayîna Konferansa Qibrisê wiha got: "Bira can saxî be. Tirkiyeyê û heyeta Qibrisa Bakur çi dest hat kirin. Ji serî da xeyret kirin ku xirabî ji me neyê zanîn. Ya rastî Qibrisa Bakur nîşanî YEyê û NYyê û dewletên garantor da ku semîmî ye. Lêbelê di sala 2004an da Qibrisa Başûr wek yekalî xistin endamê Yekîtiya Ewropayê û wê jî bingeha rewşa nika danî."
Serokwezîr Yildirin der barê meşa CHPê ya ji bo girtina Enîs Berberoglu da wiha peyivî: "Êdî ev ji usilê derket. Lazime êdî vî karî li vê derê xilas bikin."
Yildirim der barê 1emîn salvegera hewla derbeyê ya 15ê Tîrmehê da jî wiha got: "Xwedê cardin afateke wisa nîşanî welatê me nede. Heger yên bixwazin hewldaneke wisa bikin divê bizanibin wê wekî şeva 15ê Tîrmehê bi heman tiştî ra rû bi rû bibin. Bila her kes ji vê bawer bike û biaqil be."