Abdullah Tel,Sevim Hatun
26 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2016
MALATYA
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî der heqê binçavkirina Gultan Kişanaka Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê da got: "Serokê tu şaredariyekê ji bo perçekirina welêt hewl nede. Lê heke vê bike qanûn jî wê ceza li wan bibire."
Ozhasekî Waliyê Malatyayê Mustafa Toprak li meqamê wî ziyaret kir û der heqê xebatên li bajêr tên kirin da agahî hilda.
Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Ozhasekî bal kişand ser girîngiya xebat û kordînasyona di navbera amirên li bajaran wezîfedar in û Meletiyê ji bo vê yekê mînak nîşan da û rayedar pîroz kir.
Binçavkirina Gultan Kişanaka Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji Ozhasekî hat pirsîn û wî jî nasandina şaredariyan a ku di qanûnê da hatiye kirin bi bîr xist û wiha pê da çû: "Serokê tu şaredariyekê divê ji bo perçekirina welêt hewl nede. Serokê tu şaredariyekê ji bo ku bibêje ezê ji rêxistina terorê ra pere bişînim divê hewl nede, wan nahewîne, piştgiriyê nade wan û li cem wan nebe. Lê heke vê bikin wê çi bibe, qanûn jî wê ceza li wan bibire. Niha em di wê heyamê da ne ku qanûn di rewacê da ne."
Der barê şaredariyên ku qayum hatine tayînkirin da jî got: "Evana ji pereyê ku ji dewletê distînin mecbûr in jê sedî 30yî bidine personelan, lê belê hejmara vana zêdetir e û vî pereyî wekî mehane didin milîtanên ku gazî wan kirine."