DIYARBAKIR
Arîkara Serokê Giştî ya BDPê Gultan Kişanak li Diyarbekirê di merasîma vekirina bazara ku tenê jin dixebitin de axivî û got ku êv xebatên ku jinên kurd bi perspektîfa tevgerên jinên kurd derdixînin holê, mînak in.
Kişanak bi parlementerên BDPê Nûrsel Aydogan û Sabahat Tuncel re beşdarî merasîma vekirina bazara jinan "Jiyan Bazar" ya Şaredariya Baglarê bû. Kişanak di axaftina xwe de parast ku senifandina mêran ya ku dibêje "karên ku jin dikarin bikin û nikarin bikin hene" jixwebaweriya jinan dişkîne.
Kişanakê diyar kir ku car din îspat kirin ku tu karê ku jin nikarin bikin, tuneye û wiha axivî: "Em bi qasî mêran bi îdia ne ku em dikarin hemû karên li dinê bikin û ji wan serkeftîtir bin. Em hemû zehf baş dizanin. Ji bo ku em bikarin vê yekê bi awayekî serkeftî bi cî bînin, divê pêşiyê qadên ku jixwebaweriya jinan pêş dixe hebin. Em îro li vir bazareke ku tenê esnafên jin dixebitin vedikin. Heke em bikarin di vê yekê de ser bikevin, jê bawer bin ku dê jin li hemû bazarên taxan de mil bi milê mêran dezgehên xwe vekin. Jin dê di hemû bazarên taxan de ji xwe re kar bibînin."
Kişanek dest nîşan kir ku rojeke wiha de naxwaze qala siyasetê bike û got ku xebatên şaredariyên BDPyî yên der barê şaredartiya jinan û yên ji bo beşdarkirina jinan ya li her qada jiyanê, ber bi çav e. Kişanak got ku ev xebata ku jinên kurd bi perspektîfa tevgerên jinên kurd, derxist holê mînakek e, divê her kes vê mînakê bibîne.
Kişanak bangî diyarbekiriyan kir da ku bên li bazarên ku jin dixebitin danûstandinê bikin û got ku danûsitandina xwe li vir bikin û can bidin vê bazarê.
Kişanak piştî axaftinê qurdeleya vekirinê birî û ji bazarê tişt kirîn.