Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekir Gultan Kişanakê got ku em naxwazin navber bikeve pêvajoya çareseriyê û bixitime.
Kişanakê li otêlekê civîna çapemeniyê çêkir û destnîşan kir ku rojeva Diyarbekirê tije ye.
- "Pêwîstiya me bi çareserî û aştiyê heye."
Kişanakê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha got: "Ez li ser navê xwe dibêjim, pêwîstiya me bi çareserî û aştiyê heye. Divê hikûmet, rayedar, yên ku hevdîtinan dikin, rayedarên PKKyê û Ocalan wiha hîs bikin. Heger em wiha bifikirin em ê bi ser kevin. Heger em bêjin ev kêrî kê tê? Em bêjin bi kêrî terefê din tê, pirsgirêk derdikeve. Wê civak aştiyê bi dest bixe û wê em hemû bi ser kevin. Meseleya terefan nîne, wê tevahiya gel û civakê qezenc bike. Îdiaya Diyarbekirê, Amedê ew e ku bibe paytexta aştiyê. Em dixwazin vê îdiayê pêk bînin. Çi ji destê me were em ê bikin."
Kişanakê destnîşan kir ku di pêvajoyê da rola Diyarbekirê muhîm e û wiha axivî: "Hêviya me ew e ku Newroza îsal ji bo aştiyê bibe wesîle. Em naxwazin teşqele derkeve. Em naxwazin navber bikeve pêvajoya çareseriyê û bixitime. Em hemû dizanin di rewşên wiha da çi diqewimin. Bûyerên li Rojhilata Navîn, geşedanên li Sûriyeyê nîşan dan ku di 3 salên dawîn da trajediyên çawa çêbûn. Yên ku ji ber van trajediyan revîn, hatin bajarê me û me dît ku encamên çawa derketin meydanê."
Kişanakê destnîşan kir ku divê pirsgirêk bi diyalog û mizakereyan çareser bibin û divê dev ji çareseriyê bernedin.
Kişanakê diyar kir ku ji xeynî çareseriyê rê tuneye û wiha got: "Rêyeke din kaos û tevlihevî ye. Ev trajediyek e û kes vê hêvî nake. Divê berpirsiyar tevbigerin û ji bo aştiyê hewl bidin."