Türkan Tosun
31 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2018
DUZCE
Serokomar Erdogan: "Ez bi eşkere û zelal dibêjim, şeva 15ê Tîrmehê tîma Kemal Beg bi me ra, bi birayên me yên MHPyî ra li hember FETOciyan nemeşiya. Em bûn yek û bi hev ra meşiyan, lê tîma Kemal Beg ne li holê bû."
Serokomar Erdogan: "Ez zatê ku hatina wî û serokatiya wî bişaîbe ye, tiliya wî di nav her karê eleyhê welat û miletê me da û di nav her îxanetê da ye, ev ne tesaduf e. Ez wisa zen dikim ku hin kesan ew ji bo vî karî bi taybetî wezîfedar dikin."
Erdogan: "Zatê ku CHPê bi rê va dibe, hêngî ku bûye serok timî heman derewan dike, heman îftirayan dubare dike, lê her carê dibêje, 'Em ê vê carê bibin îqtidar'. Timî heman tiştî dike, encamên wî jî cuda cuda dertên. Yê ku hay jê heye jixwe dizane ku ev kirin tên çi meneyê. Lê ezim tiştekî din e, ev nexebitîna mêjî tiştekî din e."
Erdogan: "Em her carê dek û dolabên wî derdixin meydanê, lê vî zatî rojekî jî fedî nekir, weke ku qet tiştek nebûbe, derewên mezintir û îftirayên qirêjtir kirin. Em vê helwesta qirêj ji FETOciyan pir baş nas dikin. Di mehkemeyan da dema ku hemû delîl, resim, îfadeyên şahidan jî ku herin ber wan, bi israrî çi dibêjin, 'Me nekir, min nedît û nebihîst'. Durûtiya van FETOciyan û bêşermiya vî zatî eynî ye."
Erdogan: "Amerîka piştgiriya ku dide Neteweyên Yekbûyî vedikişîne. Ka tu demokrat bûyî, ka te bi demokrasiyê bawer dikir. Nexwe dema ku her tişt bi dilê te be tu demokrat î, dema ku li gorî dilê te nebe tu dev ji demokratiyê berdidî."
Erdogan: "Ji aliyekê va Tirkiye dişewite, alema Îslamê dişewite, nalenal bi mirovahiyê ketiye, lê deng ji wan dernayê, me aksiyoneke wan a piçûk û bertkeke wan a piçûk jî nedît, lê tu lê dinhêrî di carekê da derketin û li ser her mijarê dest pê kirin û diavin. Xêr e, di carekê da ev îştiyaq, ev ecele, ev reaksiyon ji ku derket? Em mihebeta milletê zêde dikin, sefên xwe teng dikin, sedema vê berhevdanê çi ye? Di vê dewra ku Tirkiye Şerekî Rizgariyê yê nû dide da tişta ku li me tê yekîtî ye, bihevrabûn e û di nav piştevaniyê da hereketkirin e."