İbrahim Atmaca
03 Hezîran 2018•Rojanekirin: 05 Hezîran 2018
ŞANLIURFA
Li Şanliûrfayê şivan di meha remezanê da fitar û paşîva xwe li çolê ber serê birên xwe dixwin.
Li Şanliûrfayê piştî ku hewa germ bû, gelek rêncber ji bo pezê xwe kok bikin, bi taybetî êvarê di hênikayê da diçêrînin.
Li herêma Karacadaga ku raqima wê 1919 ye û nêzî 45 kîlomêtreyan dûrî navçeya Sîverekê ye, piştî ku roj diçe ava û hênikayî çêdibe, şivan pezê xwe berdidin çol û mexelan. Ji ber ku meha remezanê rastî havînê hat, şivan di fitar û paşîva da gelemperî li serê çiyê tên bal hev.
Şivan piştî nimêja esrê tevdîra şîv û paşîva xwe dibînin, hebana xwe amade dikin, didin ser pişta keran, pezê xwe berdidin û berê xwe didin çol û mexelan. Berî ku melê mexrebê bang de tînin li ser kuçik bi dar û beran xurekê xwe çêdikin û bi banga mele ra fitara xwe vedikin.
Şivan gelemperî li cihê bilind di hewaya paqij da nanê xwe dixwin û wextê xwe derbas dikin. Piştî fitarê çayê vedixwin, hinekî sohbet dikin û heta paşîvê radizên.
Şivan di paşîvê da jî dîsa bi heman awayî paşîva xwe dikin û paşê pezê xwe radikin ku biçêrînin. Pezê xwe heta destê sibê diçêrînin û bi germbûna hewayê ra ji bo avdan û dotina pez berê xwe didin malê.
Ji şivanan Mehmet Tekînê 35 salî ji nûçegihanê AAyê ra qala jiyana xwe ya rojane û tengasiyên ku di meha remezanê da dikşînin, kir.
Tekîn diyar kir ku ew bi salan e vî karî dike, ji ber ku ev çend sal in meha remezanê rastî havînê tê, ew li çolê fitara xwe vedike û paşîva xwe dixwe û ji ber vê jî hema bê fitar û paşîva malê ji bîr kiriye.
Tekîn diyar kir, her çend zor û zehmet be jî ew îbadetên xwe dikin û ji ber vê jî hizûra wan heye û wiha dewam kir:
"Di meha remezanê da şivantî hinekî zehmet e, bi taybetî dema ku rastî havînê jî tê zehmetir dibe, lê em dîsa jî ji bo îbadetên xwe hewl didin. Nêzî saeta fitarê em 3 an jî 4 şivan tên bal hev. Ji ber ku pezê me tevlîhev nebe, em zêde nabin. Lewra bişev veqetandina pez zehmet dibe. Em bi hev ra fitara xwe vedikin, paşê çaya xwe vedixwin û ji xwe ra sohbet dikin. Bi şev zehmet e ku meriv razê, rehetiya malê tuneye, lê em wextê xwe derbas dikin. Em di paşîvê da jî pêşiyê çaya xwe didin ser, paşê xwarina xwe amade dikin û li ber xwe fenerên destan vêdixin û bi hev ra paşîva xwe dixwin. Jixwe em piştî paşîvê ranazên, em ji bo bêhnvedanê herî zêde nîv saetê mole didin, lewra divê em cardin pez rakin û biçêrînin. Serê sibê berî ku hewa germ bibe ji bo avdan û dotinê em diçin malê. Ji wê demê heta êvarê em ji xwe ra vedilezin, şivanên din dikevin dewrê. Ber bi êvarê kar dîsa ji me ra dimîne. Her roj wiha dewam dike."
Ji şivanan Ahmet Tekînê 23 salî jî diyar kir ku bi hezjêkirina heywanan va meriv dikare vî karî bike, meriv bi rojî be di germê da zehmet e.