Di operasyona tiryakê ya ku li Sirûcê hat li dar xistin de 100 hezar koka kirkirka Hîndê û 80 kîloqram jî heşîş hat bi dest xistin.
Tîmên Midûriyeta Şaxa Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li ser îxbara ku li taxa Karahoyuka Sirûcê kirkirk tê çandin, xebat da destpêkirin.
Di operasyonê de 100 hezar koka kirkirka Hîndê û 80 kîloqram jî heşîş hat dîtin.
Di çarçoweya bûyerê de 3 kes binçavkirin.