16 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Merasima Kuraya Kar a Xazî û Xizmên Şehîdan de axivî û got ku ew kesên ku li herêma terorê mamostetiyê dikin dê tovên hezkirinê li dilên zarokan reşînin, nehêlin guleyên ku berdin ser kesên ku wê herêmê dijîn û leşkeran.
Davutoglu bal kişand ku li aliyekî kesên ku metaneta xwe diparêzin, êşa xwe nîşan nadin û ji bo ku maf, başî û aramiya kesên ku li herêmên pevçûnê dijîn biparêzin hene aliyê din jî kesên ku rêyeke ji bilî tehdît, tehde û terorê nizanin hene û wiha axivî:
"Ew kesên ku ji siyaseta hendek û bergiriyê hêviyê dikin, HDPya ku ji bûyerên Kobanêyê vir ve sicîla xwe ya siyasî her ku diçe xira dike niha jî hewl dide ku xwe bi hendek û bergiriyan li ser piyan bigire. Ev rê rê nîne. Berdewamiya siyaseta hendekan, pêngavek wêdetirê wî siyaseta binerdê ye. Ev hemû jî îxaneta demokrasiyê ye, îxanetî gel e, îxanetî welat e."
- "Di vê têkoşînê de ligel dewlet û welatê xwe cî bigirin"
Serokwezîr Davutoglu wiha bangî welatiyan kir:
"Di vê têkoşînê de ligel dewlet û welatê xwe cî bigirin. Di serî de birayên me yên kurd ji bo ku hemû welatiyên me bêyî ku rastî tu pirsgirêkekî bên, bitirsin, heta ew şert û mercên ku bikarin bi aramiyê jiyana xwe berdewam bikin çêbin, tehdeyên li ser esnafa me ya li herêmê rabe, zarokên xweşik ên herêmê bi aramî bikarin biçin dibistanê, heta derfetên nexweşxaneyên wir çêbin ku di nav ewlehiyê de xizmetê bidin welatiyên me yên ezîz ên wir em dê vê têkoşînê berdewam bikin. Ev di nav zorbetiyeke wisa de ne ku mirovên mesûm mecbûr dihêlin ku bi baholên destê xwe de koç bikin.
Bila bê zanîn ku ew welatiyên me dê di demek kurt de vegerin malên xwe, jiyana xwe wekî berê berdewam bikin. Ew welatiyên me welatiyên me yên ku mecbûr man ji wir ji ber tehdeyan birevin, wekî şehîdên me emanetî me ne. Em bêyî ku bibêjin kurd û tirk ji bo ku li hemû welêt, welatiyên me yên ku bi taybetî van rojan li Cizîr, Silopî, Sûr, Nisêbîn, Dargêçit û Yuksekovayê van navçeyên me yên xweşik dijîn di nav aramiyê de bijîn her tiştê bikin. Heke zirarekî wan çêbibe em dê yek bi yek telafî bikin. Em dê tu kesî bêxwedî nehêlin, tu kesî nehêlin destên van zaliman. Bila hemû welatiyên me bizanin ku em di mexdûriyeta ku îro hat serê wan de jî ligel wan cî bigirin. Em dûrî tu welatiyên xwe nînin, me tu mirovên xwe jî bêxwedî, tenê nehişt û em nahêlin."