Önder Beyter
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
KARS
Li Gara Trênê ya Qersê şorbe û helaw îkramî rêwiyên ku bi "Ekspresa Rojhilatê" ya ku vê axiriyê navdar e va piştî rêwîtiyeke qedera 25 saetan ji Enqereyê çûn Qersê kirin.
Parlementerê AK Partiyê yê Qersê Yusuf Selahattin Beyribey û Şaredarê Sariqamîşê Goksal Toksoy li Îstasyona Sariqamîşê ya Rêhesina Enqere-Qersê li trênê siwar bûn û qurnefîl li rêwiyan belav kirin.
Dengbêjên ku gihîştin Beyribey û Toksoy di trênê da stran gotin. Trênê piştî rêwîtiyeke qedera 25 saetan kişand xwe da Qersê.
Welatiyên li Gara Trênê ya Qersê qurnefîl dan destê rêwiyên ku ji trênê peya bûn û herwiha li vir şorbe û helewa ku ji aliyê Şaredariya Sariqamîşê hatibû amadekirin, îkramî rêwiyan kirin.
Şaredarê Sariqamişê Goksal Toksoy diyar kir ku vê axiriyê gelek kes tên Qersê û wiha dewam kir, "Qedera 15 hezar kes di dora Ekspresa Rojhilatê da ne ku bên Qersê. Herwiha ez, parlementerê me yê Qersê Selahattin Beyribey û endamên meclisa parêzgeha me, em bi hev ra bi qurnefîlan çûn pêşiya rêwiyan, em jî li Sariqamîşê li trênê siwar bûn û me ji rêwiyên xwe ra got 'hûn bi xêr hatin' û heya Qersê em jî bi wan re hatin."