Abdullah Tel
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 29 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Der barê 103 mensûbên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) yên ku berpirsên rêxistinbûna "zewac"ê bûn û yên di "katalogên zewacê" da cih digirtin da biryara binçavkirinê hatibû dayîn û di operasyona Stenbol wek navend li 36 bajaran hat kirin da ji wan 63 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya jêpirsîna Şaxa Sûcên Rêxistinî û Terorê ya li ser Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê birêve dibir da ji bo 103 kesên ku di nav rêxistinbûna FETOyê da cih digirtin, wêneyên wan di "katalogên zewacê" da hebûn û berpirsê rêxistinbûna "zewac"ê bûn da biryara binçavkirinê hat derxistin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Bi Sûcên Organîze ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê di operasyona hevdem a ku Stenbol wek navend li 36 bajaran li dar xistin da ji 103 gumanbaran 63 kes binçav kirin û ji bo qefaltina 40 kesên firar jî xebatên xwe didomînin.