Fatih Gazioğlu
28 Nîsan 2018•Rojanekirin: 29 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Esmaul Husna Oksuza biraziya Adil Oksuzê qaşo "îmamê Fermandariya Hêzên Esmanî ye", di hewla derbeyê da navekî girîng e û niha fîrar e, dema ewraqên FETOyê bi kargoyê dişand Amerîkayê hat binçavkirin û hat girtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê li ser îstixbarata Esmaul Husna Oksuza ku biraziya Adil Oksuz e wê hin ewraqên FETOyê bi kargoyê bişîne Amerîkayê dest bi xebatê kir.
Esmaul Husna Oksuz dema ku ewraq didane wezîfadarê kargoyê operasyon hat kirin û hat binçavkirin.
Di lêkolîna li ser zarfê hat kirin de, li ser navê Mehmet Oksuz, Şenay Oksuze jina wî ya girtî û Zeynep Şeyma Oksuze keça wan de hin ewraq hatin dîtin. Mehmet Oksuz birayê Adil Oksuz e wekî 'Îmamê Uskudarê' tê zanîn.
Der barê Mehmet Oksuz de biryara girtinê heye û niha jî qaçax e.
Esmaul Husna Oksuzê di îfadeyê xwe de got ku pakêt ya wê ye û li ser telîmata Mehmet Oksuz dixwest bi kargoyê bişîne Amerîkayê.
Oksuz piştî kar û barên wê yên emniyetê qediyan sewqî mehkemeyê kirin û hat girtin.