Abdullah Tel
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 14 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Di Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da plana îmarê ya sêwîxaneya Kamp Armen ya ku seba li gor eslê xwe bê restorekirin, bi yekdengî hat qebûlkirin.
Di meclisa şaredariya Stenbolê da rapora komîsyonê ya ku ji bo Kamp Armeneya rojnameger Hrant Dînk jî lê mezin bûbû hatibû amadekirin ji bo erêkirinê hat pêşkêşkirin. Rapor bi yekdengî hat qebûlkirin û Kamp Armen a ku di sala 2015an da îadeyî cimaeta ermeniyan kirin û niha li ber hilweşînê ye û bi vê erêkirinê dê ji nû ve li gor eslê xwe bê restorekirin.