16 Sibat 2018•Rojanekirin: 17 Sibat 2018
MERSÎN
Welatiyên Sûriyeyê yên ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe reviyan û xwe spartin Tirkiyeyê dixwazin ku Sûriye ji terorîstan bê paqijkirin.
Serokê Meclisa Bilind a Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyî Rafî Ukla Raco diyar kir ku ew ji bo Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li Efrîna herêma Sûriyeyê birêve dibin bi serfirazî biçe serî dia dikin.
Raco got ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê wan dewam dike bi hezaran mirov mirin, terorîstan dest danî ser mal, milk, cih û warên wan û ew der dagir kirin.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li hidûd û herêmê ji bo ewlekarî û îstiqrarê, li herêma Efrînê jî ji bo berterefkirina terorîstên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞî û herwisa ji bo ku xelkê herêmê yê dost û bira ji zilm û zordestiya rêxistinên terorê xelas bike di 20ê rêbendanê da dabû destpêkirin didome.
Serokê Meclisa Bilind a Eşîr û Qebîleyên Sûriyeyî Raco destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin vê operasyonê û wiha pê da çû: "Îro em hemû gelê Sûriyeyê Kurd, Tirk, Ereb, Xiristiyan, Elewî, Durzî hemû li cem Tirkiyeyê ne. Nêzî 3 milyon û 500 hezar penaberên ji Sûriyeyê yên ku îro li Tirkiyeyê dijîn hêvî dikin û dixwazin ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê bi serfirazî biçe serî. Hikûmeta Tirk hergav li cem gelê Sûriyeyê sekinî. Em jî dixwazin ku herin Sûriyeyê û welatê xwe azad bikin. Em piştgiriyê didin têkoşîna li hemberî rêxistinên terorê yên ku kal, pîr, jin û zarokên me dikujin. Li Sûriyeyê gelek xizmên me yên rewşa wan nebaş e hene. Ew jî dixwazin ku heta ser sînorê Iraqê welat ji terorîstan bê paqijkirin."