16 Sibat 2018•Rojanekirin: 17 Sibat 2018
EFRÎN
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê (TSK) û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) dijî rêxistinên terorê birêva dibin didome. Nîşangirên Artêşa Tirkiyeyê jî beşdarî operasyonê dibin û arîkariyê didin yekîneyan.

Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da li dijî hedefên rêxistinên terorê yên li herêma Efrînê dabû destpêkirin bi serfkeftî dewam dike.
Nîşangirên artêşê bi yekîneyen komando û hêzên taybet ra hereket dikin, her wiha ji cihên ku ji terorîstan hatine paqijkirin 24 saetan nobetê digirin.

Nîşangir ji xwe re bi daran, giya, ax û beran mewziyan ava dikin û bi çekên bidûrbîn her dem ji şer re amade ne.
Nîşangir ji bilî girtina ewlehiya qadê, terorîstên ku dixwazin êrîşê bikin jî dişopînin.

Nîşangirên ku nobetê digirin hin caran heta 48 saetan bêhereket disekinin û ji hemû îmkanên teknolojiyê îstifade dikin. Nîşangirên ku arîkariyê didin yekîneyên artêşê heta niha gelek terorîst berteref kirin û tedbîrên ji bo ewlehiya sivîlan jî wergirtine.