21 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2015
ANKARA
Li Sûra navçeya Diyarbekirê operasyonên li dijî mensûbên PKKya rêxistina terorê dewam dikin. Wêneyên operasyonan ji çapemeniyê ra hatin parvekirin.
Di wêneyan da hêzên ewlehiyê hewl didin ku hendekan bigrin, barîkatan rakin, bombeyên ku li ser rê û dirban hatine bicihkirin îmha bikin û terorê ji herêmê safî bikin.
Di wêneyan da Makîneya Kar barîkatan radike, Dibistana Seretayî ya Mardînkapi ku rêxistina terorê kiribû baregeh, dema ku mensûbên rêxistinê jê revîn, dibistan şewitand.
Wêneyên malên ku rêxistina terorê şewitandine, barîkatên ku danîne, tûpên ku li ber barîkatan hatine bicihkirin, bombeyên ku li sikakan danîne û bombeyên di malan da hatine bicihkirin jî hatin parvekirin.
Ji bo ku firoke û wesaîtên hewayê yên bêmirov, wan nebînin, perde dora kozikan alandine û ji bo ku ji malekê derbasî maleke din bibin jî endamên rêxistinê mal qul kirine. Di wêneyan da ev dîmen jî dixûyên.
Di wêneyekê da jî hêzên ewlehiyê bi zarokekî ra eleqedar dibin.