12 Tebax 2018•Rojanekirin: 12 Tebax 2018
ANKARA/TUNCELÎ
Îbrahîm Çoban ku di kategoriya "Sor" a Lîsteya Terorê da ye, duh li Tunceliyê di operasyonê da hat berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat ragihandin ku duh li Tunceliyê di operasyonê da Îbrahîm Çoban ku navê wî yê kod "Atakan Mahir" e û qaşo berpirsê qadê yê Dêrsimê yê rêxistina terorê ye, hat berterefkirin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat balkişandin ku Çoban di kategoriya "Sor" a Lîsteya Terorê da bû.
Di daxuyaniya Walîtiya Tunceliyê da jî hat bibîrxistin ku duh li ser îxbara welatiyên qenc li kirê navçeya Pulumurê Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê li dijî terorîstên amadekariya êrîşê dikirin, operasyon da destpêkirin û 10 terorîst bi alîkariya hêzên asîmanî va hatin berterefkirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, ji terorîstên ku di operasyonê da hatin berterefkirin, jê yek Îbrahîm Çoban e ku navê wî yê kod "Atakan Mahir" e û 25 sal e di nava pêkhateya çiya ya rêxistina terorê da ye û herwiha û qaşo berpirsê qadê yê Dêrsimê yê rêxistinê ye. Herwiha hat destnîşankirin ku ev terorîst di kategoriya "Sor" a Lîsteya Terorê ya Wezareta Karên Navxweyî da ye jî.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat balkişandin ku xebatên desteserkirin û berterefkirina terorîstan li tevahiya parêzgehê bi hewl û biryardariyeke mezin dewam dikin.