21 Îlon 2017•Rojanekirin: 22 Îlon 2017
ANKARA
Wezîrê Karên Derva yên Tirkiye, Iraq û Îranê piştî civîneke sêalî danezaneke hevpar weşandin û der barê referanduma li Herêma Kurdistana Iraqê da gotin divê ev referandum neyê kirin lewra xêra vê referandumê ji kurdan re tune.
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê, Îbrahîm Ceferiyê Wezîrê Karên Derva yê Iraqê û Cewad Zarîfê Wezîrê Karên Derva yê Îranê yên ku ji ber Hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 72yemîn li New Yorka bajarê Amerîkayê bûn, li hev civiyan.
Piştî civînê wezîran danezaneke hevpar qebûl kirin.
Hat gotin ku sê wezîr der barê referanduma Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) de axivîne.
Di danezanê de wiha hat gotin: "Di cîvînê de wezîran der barê yekîtîya axa Iraqê û yekîtiya siyasî ya Iraqê de fikrên xwe cardin anîne zîmên."
Wezîran di danezanê de behsa serkeftina gelê Iraqê ya li hember DEAŞa rêxistina terorê û xilaskirina bajarê Nînowayê jî kirin
Di danezanê da hat gotin ku hê di destê DEAŞê da hin cihên ku divê werin rizgarkirin hene û divê bal li ser van deran be û ji bo ewlehî û îstiqrara Iraqê li cihên ku ji DEAŞê hatine rizgarkirin jî divê îstiqrar were tesîskirin.
Di danezanê da li ser referandumê wiha hat gotin:
"Wezîran li ser referandumê fikarên xwe anîn ziman. Sê wezîran got ku referandum li dijî destûra bingehîn e û wê li herêmê bibe sedema îxtilafên nû û pêşîgirtina van îxtilafan jî zehmet e. Wezîrên Karên Derva yên Tirkiye, Iraq û Îranê diyar kirin ku ew li dijî referandumê ne. Wezîran biryar da ku ji bo referandumê hişyariyê bidin serokatiya HKIyê. Wezîran ji bo tedbîrên li dijî referandumê jî li hev kir."
Li gor danezanê tekane çareseriya pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de di çarçoveya destûra bingehîn ya Iraqê da domandina diyalogê ye.