Nihat Kavşut
28 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2017
KONYA
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li Meydana Mewlana beşdarî "Merasima Vekirina Komî ya Konyayê" bû û xitabî welatiyan kir.
Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiye êdî hay ji hêza xwe heye û wiha got: "Hin kes ji ber ku gelê tirk ji nû va hêza xwe ferq kiriye û bi sînorê wê dizane har bûne. Tirkiye êdî welatekî hay ji hêza xwe heye û zane ku dikare çi bike. Gelê tirk tevlî sed milyon xwîşk û birayên xwe bi biryar e ku di dinyaya ji nû va ava dibe da li dera heq dike cih bigire."
Erdogan desnîşan ji pêşketina Tirkiyeyê aciz dibin û wiha xeberda: "Kesên ji vejîn, pêşketin û guherîna Tirkiyeyê aciz dibin dest didin destê rêxistinên terorê û dixwazin rê li ber me bigirin. Dixwazin em cilê teng yê ji me ra dibirin û didirûn li xwe bikin. Lê em gelekî wisa nin ku li hember sînorên teng yên di dilê me da hatine xêzkirin derketine û em diqîrin. Kesên ji Tirkiyeyê ra dibêjin çi karê we li 'Iraq, Sûriye, Somalî, Afrîka, Balqan û Qefqasê heye', em jî ji wan dipirsin çi karê we li van deran heye? Wisa ye? Lewra derdê wan tuneye. Derdê me heye derdê me. Lewra paşxaneyeke me ya dîrokî û însanî heye bi van erdnîgariyan ra. Barê me ye em rondikên çavên zarokên li wir digirîn paqij bikin û serê wan miz bidin."