Ekip
07 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2017
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê mucadeleya li tijî terorê de got: "Tirkiyeyê bi Hereketa Mertalê Feratê va bi tena serê xwe kêmzêde 4 hezar terorîst berteref kirin. Îro hejmara terorîstên DEAŞî yên ku Amerîkayê bi hevkariya PKKya rêxistina terorê berteref kir evqas nîne. Welatê ku herî baş dizane kî li dijî terorê têkoşînê dide û kî jî nade Tirkiye ye. Welatê ku bi biryardarî vê didomîne Tirkiye ye."
Yildirim beşdarî Civîna Konseya Îstişareya Bilind a TUSÎADê bû û li vir axaftinek kir.
Serokwezîr Yildirim pêşî li ser aboriya welat hin agahî dan û wiha axivî: "Bi saya destkeftiyên heta îro yên welatê me, bi saya îstiqrar û pêbaweriyê înşallah wê mezinbûna me di sala 2018an de jî dewam bike. Wê daketina enflasyona ku îro bi du reqeman tê nîşandan û ber bi jêr ve dadikeve dewam bike, em ji bo vê tedbîrên ku hewce dikin hildidin, wê bandora van tedbîran di demeke kurt de xwe nîşan bide."
Serokwezîr Yildirim wiha agahî da: "Tirkiye di sala 2017an di çaryekê yekemîn de ji sedî 5,2 mezin bû û çaryekê duyemîn de jî ji sedî 5,1 mezin bû. Eger çaryekê seyemîn de mezinbûna me bibe duxane şaş nemînin, lê Tirkiye heta dûmahiya salê wê di navbera 5 û 7an de mezin bibe."
Di mijara têkoşîna li dijî terorê de jî got:
"Tirkiyeyê bi Hereketa Mertalê Feratê va bi tena serê xwe kêmzêde 4 hezar terorîst berteref kirin. Îro hejmara terorîstên DEAŞî yên ku Amerîkayê bi hevkariya PKKya rêxistina terorê berteref kir evqas nîne. Welatê ku herî baş dizane kî li dijî terorê têkoşînê dide û kî jî nade Tirkiye ye. Welatê ku bi biryardarî vê didomîne Tirkiye ye."