Nihat Kavşut
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
ANKARA
Nurettîn Canîkliyê Alîkarê Serokwezîr daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Bi biryarnameyên di hikmê qanûnê da li 43 bajarên Tirkiyeyê bi tevahî li 965 şirketan rayeya qeyûman dewrî Fona Sîgorteyê ya Mewdûata Teserrûfê (TMSF) kirine yan jî Fon li van şirketan wek qeyûm hatiye tayînkirin. Wek mayîn TMSF ji bo mal û milkê 107 kesî bûye qeyûm û mezinahiya şirketan qederê 41 milyar lire ye."
Nurettîn Canîklî diyar kir li şirketan bi tevahî 312 kes hatine tayînkirin û wiha got: "Jê 496 şirket anonîm, 354 şirket limîted, 22 şirket şaxên anonîm/limîted, 67 şirket dezgehên ticarî, yek şaxa dezegeha ticarî, 5 şirketên li derveyî welêt hatine avakirin, 9 dezgeh, 3 şirketên kollektîf, 3 şirîkatî, 2 şirket adî komandît, yek adî şirîkatî, yek kooperatîf û yek jî şirîkatiya parêzeran e."
Canîklî destnîşan kir mezinahiya şirketan qederê 41 milyar lire ye û wiha got: "Çavkaniya wan a bingehîn qederê 18,2 milyar lire, tevahiya ciroyê qederê 21,9 milyar lire ye û li van şirketan qederê 46 hezar 357 kes tên îstixdamkirin."
Nurettîn Canîklî der barê dayîna pereyê Bank Asyayê da wiha got. "Ji 15 Hezîranê heta niha Vakif Katilima me bihayê 437,5 milyon lire pere ya ku fona sîgorteyê bû, dane. Pereyê ku heta niha nehatiye dayîn jî 536,8 lire ye. Ji bo dayîna 118,8 milyon lire pereyê ku ji vê jî tu astengî tuneye."