07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
ANKARA
Di operasyonên li dijî PKKya rêxistina terorê yên ku di navbera 29ê Hezîran û 6ê Tîrmehê hat kirin da li giştiyê welêt 93 terorîst hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di operasyonên ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve di navbera 26ê Hezîran û 3yê Tîrmehê de li giştiyê welêt hatin birêvebirin de 70 terorîst hatin bêtesîrkirin.
Li Diyarbekir, Sêrt, Bîngol û Hekariyê şikeft û hewîngehên rêxistinê hatin îmhakirin.
Di operasyonan fûzeyeke SA-16, doçkayek, 5 tivingên bimakîne, 40 tivingên piyadeyan, 6 roketavêj, 6 tivingên nîşandaran, 4 demançe, tivingeke nêçîrê û 111 bombeyen destan hatin bidestxistin. Di operasyonan de 4 hezar û 92 kesên ku diwestin derbasî Tirkiyeyê bibin jî hatin girtin.
Di operasyonan de 4 esker jî şehîd ketin û 10 esker jî birîndar bûn.