Önder Beyter
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2018
ŞANLIURFA
Di çarçoveya projeya "Civînên Tovê Xumalî" ku Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan himayeyê dike da hin tovên bav û kalan ku ji herêmên cuda hatin berhevkirin, li Deşta Heranê ya Şanliurfayê hat ajotin ku bi vî awayî ketin bin parastinê.
Di çarçoveya projeya "Civînên Tovê Xumalî" ku Emîne Erdogan himayeya wê dike da di meha nîsanê da çalakiya "Civîna Tovê Xumalî ya 3yemîn a Şanliurfayê" hat lidarxistin.
Beriya çalakiya ku Erdoganê jî beşdar bû, li Îstasyona Lêkolînê ya Korukluyê ya Talat Demîrorenê ya girêdayî Midûriyeta Enstîtuya Lêkolînên Çandiniyê ya GAPê ya di bin sîwana Midûriyeta Giştî ya Lêkolîn û Polîtîkayên Çandiniyê, ji 17 cinsan 30 cure tovên ji bav û kalan mayî hatin ajotin.
Di çalakiyê da Erdoganê jî şitilên îsotan danîbûn û van şitilan berên xwe yên ewil dan.
Tovên bav û kalan ên ku ji nebatên ku cara ewil hatin ajotin dê bên wergirtin, dê bi destê Midûriyeta Enstîtuya Lêkolînên Çandiniyê ya GAPê bên parastin.
Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Çandiniyê ya GAPê Îbrahîm Halîl Çetîner di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan xebat da destpêkirin ku li hin herêmên Tirkiyeyê tovên ji bav û kalan mayî bên berhevkirin da ku ji navê neçin û wiha axivî:
"Em ê van tovan li vê enstîtuyê biparêzin. Dema cotkarên me bixwazin dê bikaribin van tovan bîter bikin. Armanca me ew e ku em pêşiyê van tovan biparêzin û dû ra jî li cotkarên xwe belav bikin da ku ev tov ji nifşên paşerojê da bimînin."