Fatih Gazioğlu
25 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2018
ERZURUM
Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê li navendê parkeke bi navê "Bexçeyê Miletê Azîziyê" ava kir.
Bexçeyê Miletê Azîziyê li navendê wekî parkek, li ser ciyekê 27 hezar metreçarçik digire hat çêkirin. Di parkê ji 100an zêdetir dar û 11 hezar giyayên xemlê hene.
Di parkê da hin objeyên ku Şerê Osmanî û Rûsan nîşan dide cih digire. Di parkê de peykerê Xazî Ahmet Muhtar Paşayê Qehramanê Eniya Qefqazê û Nene Hatûnê jî tê de hatiye çêkirin.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Erziromê Mehmet Sekmen der barê mijarê da daxuyanî da û got wan di parkê gelek ciyên rûniştînê û bo zarokan ciyên listîkê çêkirine û wiha dewam kir:
"Me li vê derê dîrok û hêşînahî anî bal hev. Welatiyên me yên dixwazin li vê derê hem sporê dikin, hem jî bêhna xwe vedidin."