Abdullah Tel
12 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2018
KARS
Li Sariqamiş a navçeya Qersê trêna rêwiyan li naxira dewaran qelibî û di qezayê da 20 serî dewar mirar bûn.
Trêna Dogu Ekspresê ya ku di navbera Qers-Enqereyê da seferê dikir li 20 serî dewarên ketibûn hundirê Tunela Aşitê xist. Cihê qeza lê pêk hat bi qasî 15 kîlomtre ji navçeyê dûr e.
Ekîbên TCDDê hatin cihê bûyerê û dewarên mirar bûbûn ji tunelê derxistin.
Der barê bûyerê da cendermeyan jî dest bi lêpirsînê kir û xwediyê naxira dewaran Mucahît Reçber daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Dewarên min li nêzî rêya trênê diçêriyan û ji ber zêde germê reviyane û ketine hûndirê tûnelê. Gavanê li ser wan ji ber ku nikaribûye kontrol bike ew bi qasî 50 metreyî ber bi hundirê tunelê va çûne."