Haydar Şahin
19 Nîsan 2018•Rojanekirin: 25 Nîsan 2018
VAN
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku Wezareta Karên Navxweyî lê wezîfedarî kiribû xebatên binesazî û hawirdora bajêr didomîne û rewşa bajêr kaw dike.
Di heyama borî da şaredariyê hezar kîlomêtre rê asfalt kir û nika bi projeyên kawkirina bajêr dixebite ku rewşa bajêr biguhere û xebatên kulîlkdanînê didomîne.
Şaredarî bi nêrîna şaredariya civakî xizmeta gel dike, bi kulîlkên ku li serayan ajotibû park, baxçe û dora rêyên bajêr dixemilîne.

- "Em bajarê xwe dixemilînin"
Harun Tutarê Serokê Daîreya Park û Baxçeyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo Waneke rengîn û kaw dixebitin, li gor telîmatên Murat Zorluogluyê Walî û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin a Wanê girîngiyê didin park, baxçe û peyarêyên bajêr.

Tutar got hingî erd reş bûye û hewa germ bûye welatî li derva kêfa hewaya xweş derdixin, ji bo hawirdoreke rengîn û kaw xebatan didomînin.
Tutar destnîşan kir ku li park û baxçeyên bajêr pîvaza laleyan danîn, ji bo bajar cuda xanê bike jî bi gelek kulîlkên cuda va bajêr dixemilînin û wiha pê da çû:

"Me di 1ê rêbendanê da dest bi ajotin û danîna kulîlk û çêreyê kir. Kêmzêde 500 hezar kulîlkên me ji bo danînê amade ne. Hedefa me ew e ku bi milyonek kulîlkî em bajêr bixemilînin. Armanca me ew e ku hemû park, baxçe, rexê kolanan û xaçerêyan bi kulîlkan bixemilînin. Me 110 hezar lale ajotin. Hemûyên wan kulîlk vekirin û bajarê me rengrengî bû."
Tutar got hedefa wan ew e ku îsal 2 hezar û 500- 3 hezar şitlê daran daçikînin û wiha pê da çû: "Dar û kulîlkên me hizûrê didin gel, di vê mijarê da ji me ra qala kêfxweşiyê xwe dikin."