17 Tebax 2016•Rojanekirin: 18 Tebax 2016
HEWLÊR
Serokê Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Îbrahîm Biro got ku PYDya şaxa rêxistina teorê PKKê ya Sûriyê mafên mirovan binpê dike û welatên rojavayê van tevgeran nabînin.
Biro ji nûçegihanê AAyê re got ku PYD li ser navê ew bi rêxistina terorê DAEŞê re têkoşînê dide dixwaze li bakurê Sûriyeyê desthilat bibe, ji ber vê jî êrîşî kesên ku li hember wan tevdigerin, dike.
Biro wiha axivî: "Têkoşîna li hember DAEŞê hincet nîşan dan û êrîşî me kirin. Bi taybetî di heyama dawîn de êrîşên xwe zêde kirin. Welatên rojavayê tevgerên PYDê yên ku mafên mirovan binpê dikin nabînin. Ev jî karê wan hêsan dike. Me ev tevgerên wan ên îxlalkirinê berhev kirin û em ê li Hewlêrê bidin serkonsolos, konsolos û nûnerên wan. Divê li hember van tevgerên wan bêdengî çênebe. Kurdên li Sûriyeyê serî li Şamê rakirin ku dîktarorî ji holê rabe, ne ku dîktatoriyeke din bê serî rakirin. Em ê bi belgeyan va hemû îxlalkirinên wan pêşkêş bikin."
- "Rojava PYDê bi kar tîne"
Biro got ku li herêmê tenê hêzên PYD tune, pêşmergeyên girêdayî ENKSyê jî hene ku şer bikin û wiha pê de çû: "Divê çav li hember êrîş û astengkirinên PYDê neyê girtin. Ji ber rewşa heyî Rojava PYDê bi kar tîne û karê xwe yê li Sûriyeyê dike. Ev ê heta dawîn wiha neçe. Hêzên me yên li Kurdistanê yên ku amade ne wê derbasî Rojavayê bibin. Welatiyên Rojavayê wê li hember van xeletiyên ku dikin poşman bibin."
- Kurdên li Sûriyeyê Apociyan naxwazin
Biro got ku kurdên li Sûriyeyê dijîn wê tu carê serê xwe li hember nêrîna PYDê ya tekane netewînin û wiha dewam kir: "Gelê me çawa ku PYDê qebûl nake, naxwaze bibe Apocî jî. Erê îro di destên wan de çek û hinek pere heye, lê gelek kes bi îdeolojiya PYDê bawer nake. Tecrubeyên me rê nîşanî me didin ku êdî li Sûriyeyê cihê nêrîna yekalî ya siyasî tune. Me zilma rejima Baasê ya ereban qebûl nekir, em ê ya rejima Baasê ya kurdan jî qebûl nekin."