Haydar Şahin
22 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
KILÎS
Welatiyên Sûriyeyê yên ku dixwazin Eyda Rojiyê li welatê xwe derbas bikin ji Deriyê Sînor ê Oncupinarê ra derbasî erdên xwe dibin.
72 hezar welatiyên Sûriyeyê randevu sitandin ku eydê li Ezaz, Mare, Soran, Aktarîn, Çobanbey, Efrîn, Cerablus û Baba herêmên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê derbas bikin, ji wan 3 hezar û 200 kes derbas, welatê xwe bûn.
Welatiyên Sûriyeyê di çavderiya ekîbên Midûriyeta Koçê ya Bajêr, polês û cendirmeyan da karûbarên xwe temam kirin, zarokên xwe yên ji 15 salî piçûktir dan aşîkirin.
Piştî kontrolên dawîn ên bi destê ekîbên Midûriyeta Mihefezeya Gumrikê hatin kirin bi otobêsan derbasî welatê xwe bûn.
Dr. Hîşam el-Aloyê endamê Doxtorê Sînornenas daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku mexdûrên şer ên ku bi salan e hevdu nabînin bi piştgiriya Tirkiyeyê va ew ê di eydê da werin ba hev.
Alo got ji ber ku endamê komeleyê ye hin caran eqrebeyên xwe dibîne lêbelê piştî 3 salan cara ewil ew ê bigihêje malbata xwe û wiha axivî: "Xwedê ji Tirkiyeyê razî be bi saya wan bi deh hezarî kes ew ê eydê bi malbatên xwe ra derbas bikin."
Omer el-Xidir got ji ber şerê navxweyî û zêdebûna tundiyê ji vir 3 sal berê jina û zarokên xwe hîşt û xwe siparte Tirkiyeyê.
Xidir got ku karên xwe serast kir û ji vir 2 sal berê jî jin û zarokên xwe anî Tirkiyeyê, dê, bav, xuşk û birayên xwe qet nedît û zehf bêriya wan kiriye.
Karûbarên vegera kesên ku çûn Sûriyeyê ew ê di 26ê hezîranê da dest pê bike û hetanî 6ê tîrmehê saet 17.00an dewan bike.