Önder Beyter
02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 03 Tîrmeh 2018
GAZÎANTEP
Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul der heqê kuştina Eylul Yaglikaraya 8 salî da wiha got, "Dê piştî lêpirsîna tiba edlî eşkere bibe bê ka îdiayên, bûyer têkildarê îstismara cinsî ye, rast in an na. Niha zû ye ku mirov bêje ev kiryar heye an na."
Gul li ber Edliyeya Gazîentabê ku ji bo wergirtina mezbeteya xwe hatibû, bersiv da pirsên rojnamegeran ên der heqê kuştina Eylul Yaglikarayê da.
Gul xemgîniya xwe ya ji ber bûyerê anî ziman û wiha got, "Wekî bavekî, wekî wezîrê edaletê û wekî parlamenterekî ez tu gotinê nabînim ku ji bo vê bûyera kirêt bêjim. Lêpirsîna der heqê kiryar û kiryarên bûyerê da wê bilez bi dawî bibe û dê cezayê herî giran were birîn. Der heqê bûyerê da girtiyek û hin binçavkirin hene. Piştî ku meqamên eleqedar lêkolîn û lêpirsînên xwe kuta kirin, dê bûyer eşkere bibe. Herwiha dê piştî lêpirsîna tiba edlî eşkere bibe bê ka îdiayên, bûyer têkildarê îstismara cinsî ye, rast in an na. Niha zû ye ku mirov bêje ev kiryar heye an na. Meqamên tiba edlî lêkolînên xwe didomînin. Li ser medyaya civakî tê gotin cesedê wê hatiye perçekirin ku agahiyên bi vî rengî şaş û derew in. Di vê mijarê da divê ji agahiyên dozgeriyê bên bawerkirin."
- Pêşnumaya sûcên îstismara cinsî
Gul ji bo pirsa der heqê pêşnumaya sûcên îstismara cinsî da got ku wan wekî AK Partî di vê mijarê da ceza zêde kirin û wiha dewam kir:
"Dîsa di vê mijarê da li ser telîmata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan komîsyon hat avakirin. Ev xusûs dê bibe yek ji madeyên sereke yên rojeva Meclisa me. Hûn dizanin me pêşnuma şandibû Meclisê lê ji ber betlaneyê qanûn derneketibû. Di serdema nû da ev mijar dê bibe qanûn."