02 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2018
ANKARA
Di operasyonên terorê yên ku li seranserê welat 25ê hezîranê-2yê tîrmehê hatin lidarxistin da 36 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî, di nava hefteya çûyî da di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da ji aliyê yekîneyên Tevgera Taybet a Cendirmeyan, Tevgera Taybet a Polêsan û Komandoyên Cendirme va û herwiha ji aliyê unsûrên esmanî û bejayî yên Artêşa Tirkiyeyê va 1363 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da bi îdiaya alîkarî û hewandina rêxistina terorê PKKyê va 170, bi îdiaya peywendiya bi rêxistina terorî DEAŞê ra 33, di çarçoveya têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî/Rêxistina Dewleta Rexber (FETO/PDY) da 777, di çarçoveya têkoşîna dijî rêxistinên terorî yên çep da jî 5berşik hatin binçavkirin.
Di operasyonên plankirî da 985 ji ber sûcên terorê, 66 jê ji ber koça bêpergal û 2805 jê jî ji ber hişbir û sûcên qaçaxçîtiyê bi tevahî 3856 kes hatin girtin.
Di operasyonên ewlekariya navxweyî da 21 jê kuştî, 4 jê sax û 11 jê jî teslimbûyî bi tevahî 36 terorîst hatin berterefkirin.
Herwiha di operasyonên li Mêrdîn û Şirnexê da 2 stargeh û şikeftên rêxistina terorê û herwiha 11 teqemeniyên destçêkirî û mayin hatin jinavbirin.
Ji xeynî vê, hêzên ewlekariyê 74 kîlogram madeya teqemeniyê, 18 bombeyên destan, 19 jê giran 28 çek û 3 hezar û 554 muhîmatên cur be cur bi dest xistin.
- Operasyonên hişbirê
Li dijî firoşkar û qaçaxçiyên hişbirê 2183 operasyon hatin lidarxistin.
Di operasyonan da 314 kîlogram esrar, 252 kîlogram eroîn, nîv kîlogram kannabinoida sentetîk (bonzai), 4,5 kîlogram metamfetamîn, 15 hezar û 154 hebên ectasy, 452 captagon, 261 eczayê sentetîk, 449 hezar û 876 serî kirkirk, 315 hezar û 265 pakêt cixareya qaçax û 67 ton û 875 lître sotemeniya qaçax hatin bidestxistin.
- Têkoşîna dijî koça bêpergal
Di çarçoveya têkoşîna dijî koça bêpergal da jî 457 jê li ser behrê bi tevahî 3138 kes hatin girtin, bi îdiaya ku organîzatoriya van kesan kirin jî 66 kes hatin binçavkirin.