04 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2016
MARDÎN
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ziyaret kir.
Wezîr Soylu seba çendîn seredanan digel Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Yaşar Guler, Midûrê Giştî yê Enmiyetê Selamî Altinok û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Fatîh Şahîn hat Mêrdînê.
Li Balafirgehê Walî Mustafa Yaman, Qaymeqamê Dêrikê Hakan Kafkas, parlementerên Mêrdînê yên AK Partiyê Orhan Mîroglu û Ceyda Bolunmez Çankiriyê pêşwaziya Wezîr Soylu kirin.
Soylu got, "Polêsê qehreman siba we bixêr" û silav da yekeya polêsan a merasîmê û paşê li otêlekê taştê xwar.
Dû ra Soylu derbasî Walîtiya Mêrdînê bû, piştî ziyareta Walî Yaman beşdarî civîna bêyî amadebûna çapemeniyê bû.