05 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
ŞANLIURFA
Bi temambûna projeyên avdanê ku di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilata Anadoluyê (GAP) de tê meşandin, milyonek hektar erd dê bigihêje avê û herêm dê bibe navenda "xurek û vejenê".
Bi saya GAPê dê çavkaniyên herêma Başûrê Rojhilata Anadoluyê bê bikaranîn û aboriya welatiyên herêmê baş bibe. Her wiha tê armanckirin ku bi GAPê aboriya neteweyî jî pêş ve here.
Li herêma ku ji Adiyaman, Batman, Diyarbekir, Gazîantep, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şanliûrfa û Şirnexê pêk tê, ji sedî 11,4 xwediyê eraziyên çandiniyê û ji 4 para perek ji xwediyê ava Tirkiyeyê ye.
Sala çûyî li hewzeya Ferat-Dîcleyê bi tevahî 502 hezar û 154 hektar erd hat avdan. Li herêmê li 160 hektarî jî înşeata şebekeya avê dewam dike.
- Milyonek hektar erd wê bê avdan
Sadrettîn Karahocagîlê Serokê Îdareya Pêşketina Herêmê ya GAPê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di sala 2008an da bi telîmata Serokwezîrê wê çaxê Recep Tayyîp Erdogan va budçeyeke girîng ji bo pîlana avdanê veqetandin.
Karahocagîl destnîşan kir ku di çarçoveya pîlanê da 500 hezar hektar erd rasterast bi ava şebekê tê avdan û wiha got: "Nika em bi amadehiya kanalên bingeh û binesaziya komkirina erdê va xwe amade dikin ku milyonek hektar erdî av bidin. Înşallah em ê di sala 2019an da bigihêjin vê hedefa xwe. Milyonek û 60 hezar erdê bi ava şebekêyê bê avdan."
- "Avdanê ber û bereket zêde kir"
Karahocagîl got her kes girîngiya avdanê dizane, li herêmê bi destpêkirina avdanê va dest pê kirin dexl û denê ku qîmeta wan zêde ne diajon.
Karahocagîl destnîşan kir ku bi avdanê va ber û bereket zêde bû û wiha pê da çû:
"Avdan li herêmê herî kêm qasî 4-7 qatî ber û bereketê zêde dike. Ya rastî bi avdanê va dexl û denê ku qîmeta wan zêde ne jî tên ajotin. Avdan tê meneya zêdebûna ber û bereketê. Hedefa me ew e ku bi vê avdanê va bibin baregeha xurek û vejena herêmê. Ku vê potansiyelê binirxînin projeyê bi tenê ji bo Tirkiye û herêmê na ji bo hemû welatên herêmê bibe navenda xurekê."
- Proje bi lez û bez berdewam in
Karahocagil diyar kir ku li Deşta Heranê projeyên avdanê kuta bûn û ji bo avdana deştên din ên li herêmê jî xebat bi lez û bez berdewam in û wiha pê da çû:
"Li Deşta Sirûcê avdana bi ava şebekeyê dest pê kir û kanalên sereke hatin xilaskirin. Hem pergala pompajê û hem jî projeya depokirina sereke Taşbasan û 17 kîlomêtro tunela avdanê ku di li dinyayê di warê xwe da herî dirêj e, kuta bûn. Li hêla din deşta Wêranşar, Ceylanpinar û Kiziltepeyê hene. Li Wêranşar û Ceylanpinarê çêkirina şebekeyên avdanê dest pê kirin. Ji ber ku qanala Mêrdînê ku ji 200 kîlomêtroyî dibore, heya Dêrikê hatiye çêkirin. Vêga înşeata depokirina sereke ya Mêrdînê wê dest pê bike. Li Diyarbekirê jî deşta Sîlvan û Bismilê hene. Ji bo avdana van deştan jî Bendava Sîlvanê tê çêkirin. Bendava Sîlvanê projeyeke pir mezin û cidî ye. Em qala 200 hezar hektar axê dikin. Tunel hene, qanalên ji 1000 mêtroyî dirêjtir hene. Di nava projeya Bendava Sîlvanê da projeyên 6 qanalên piçûk jî hene."