TUNCELÎ
Midûrê Bajêr yê Ajalvanî, Xurek û Çandiniyê yê Tunceliyê Orhan Kaya ji nûçegihanê AAyê re axivî û got ku me meha borî peymana xwe îmze kir û dest bi tetbîqkirinê kir. Armanca projeya ku dê mehekê berdewam bike û Ajansa Pêşketinê ya Firadê piştgiriyê didê, ew e ku analîza xurekê ya dendika kultikê bê kirin. Jixwe gelê herêmê jî, ji kultîkê gelekî hez dike."
Kaya diyar kir ku kultîk li Tuncelî û Elazig û navçeyên wan ji bo ser sifreyê tê firotin û got ji ber ku hilberîna kultîkê li herêmê zêde ye bihayê wê jî kêm e. Kultîkên ku nayên firotin tên qelaştin û dendikên wê jê tên derxistin, qalikê mayî ji bo xwedîkirina ajalan tê bikaranîn. Dendikê kultîkê jî tê şûştin, ziwakirin û firotin. Dendikê kultîkê wek çerezê tê xwarin, ji bo xurekên hevirî tê kutandin, tevî dimsê dikin, ji bo bastîqê tê bikaranîn.
Kaya got ku armanca me ew e ku bi şêwirmendiya ku em ê bistînin hilberîna kultîkê zêde bikin û dendikê wê bikin marqe û bi vî awayî wek hilbereke alternatîf piştgiriyê bidin aboriya bajêr.