VAN
Li Ercîşa navçeya Wanê qezayek qewimî û di encamê de kesek mir, 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan tirimbêla ku ji Ercîşê ber bi Agiriyê ve diçû û Alî Yavûz diajot û plaqeya wê jî 04 AD 307 bû, ji ber çêkirina rê ket rêya girtî ûqeza kir.
Şofêrê tirimbêlê Alî Yavûz li cihê qezayê mir û Suleyman Aslan (71), Haydar Çetîn (59) û Mehmet Sarikaya (52) jî giran birîndar bûn.
Kesên ku birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Ercîşê ya Dewletê.