Türkan Tosun
26 Mijdar 2017•Rojanekirin: 26 Mijdar 2017
ÎSTANBUL
Alîkarê Serokwezîr Recep Akdag got: "Bi tevdîran rêjeya kişandina cixareyê ji sedî 32an daket 27an, lêbelê dîsa derket 30î. Bi tevdîran wê kêmtir bibe. Em mecbûr in ku kontrol bikin."
Akdag di kanala CNN Turkê de beşdarî bernameya Dawiya Hefteyê ya ku Hakan Çelîk pêşkeş dike bû û pirs bersivandin.
Akdag behsa girîngiya jiyaneke tenduristî kir û got ji ber kêm hereketê gelek nexweşî peyda dibin û divê mirov xwarina bi tenduristî bixwin, cixareyê nekşînin û werzişê bikin ku nexweş nekevin.
- "Em mecbûr in rêjeya kişandina cixareyê kontrol bikin"
Akdag got di navbera hişbir û cixareyê de têkiliyek heye û wiha axivî: "Bi tevdîran rêjeya kişandina cixareyê ji sedî 32an daket 27an, lêbelê dîsa derket 30î. Bi tevdîran wê kêmtir bibe. Em mecbûr in ku kontrol bikin. Helbet her kesê ku cixareyê dikşîne hişbir bi kar nayne, lê kesên ku hişbir bi kar tînîn her kes beriya hişbirê cixare kişandiye. Ev tiştekî wisa nebaş e ku ji cixareyê dikare derbasî esrarê û ji wir jî derbasî eroînê bibe."
Akdag got ku avakirina "Lijneya Bilind a Dijî Mubtelabûnê" nêzîk e û di bin sîwana wê da jî wê grûbên dijî mubtelabûna "hişbir", "cixare", "alkol" û "teknolojî"yê bên damezirandin.
Akdag anî ziman ewê li bajarên mezin ên wek Stenbol, Enqere û Îzmirê di ava ku hatiye bikaranîn ya berşoyê de li şopa hişbir û madeyên hişbirê bigerin.
Akdag behsa bikaranîna înternetê û muptelabûna wê jî kir û got li Tirkiyeyê zarok û ciwan qasî Ewropa û Amerîkayê nebe jî zêde înternetê bi kar tînin, dibin muptelaya wê û wiha axivî: "Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê vê mijarê xistiye rojeva xwe. Emê sibê bi serokatiya Yeşîlayê li Tirkiyeyê civînekê çêkin. Derûnnas, psîkîyatr, pisporên ku bi vê mijarê re eleqedar in wê bên. Lewra ev mijareke girîng e. Medyaya civakî, lîstikên înternetê êdî bûne rastiya jiyanê û divê zarok di vê mijarê de bên parastin."
-"Ev yek nayê qebûlkirin"
Alîkarê Serokwezîr Akdag der heqê îdiaya li Meletiyê îşaret danîne ser hin malan da wiha got, "Ev yek nayê qebûlkirin. Çawa ku heya niha dihat kirin, ev mijar wê bi heman şêweyî û bi awayekî hesas bê lêkolînkirin û divê bê lêkolînkirin."