03 Sibat 2017•Rojanekirin: 03 Sibat 2017
MERSÎN
Li bajarê Mêrsinê nexweşxaneyeke nûjen, ciwan û numûne bi serkêşiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag tê vekirin.

Wezîr Akdag nexweşxaneya ku dê vekirina wê sibe çêbe digel rojnamevanan ziyaret kir û da nasandin.
Akdag diyar kir ku dê nexweşxane bi konfora otêleke 5 stêr xizmetê bide û di nava wê de 253 cihê razanê ne.

Wezîrê Tenduristiyê destnîşan kir ku her beşeke nexweşxaneyê bi teknolojiya herî pêşketî hatiye raxistin, xwediyê 280 odeyan e û di her odeyê de dikarin 35 nexweşan muayene bikin. Bi vî awayî Akdag got ku rojane dikarin 9 an jî 10 hezar nexweşan bi rehetî muayene bikin. Herwiha servîsa wê ya lezgîn jî dikare 500 nexweşî hilde, eger şertên erênî hebin 12 hezar nexweş dikarin ji vir xizmetê hildin.
Akdag got ku ew çavnêrî dikin ji welatên Rojhilata Navîn, Efrîqayê û Asyayê jî nexweş berê xwe bidine vê derê.