Nihat Kavşut
30 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 30 Berfanbar 2017
KASTAMONU
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan: "Heger li Sûriyeyê her tişt gul û gulistan e çima ji 3 milyonî zêdetir însan li welatê me dijîn? Lewra em jî û ev însan jî hay jê hene ku li aliyê din yên sînor tenê nav û sembolên rêxistinan diguhere, lê zilm baqî ye. Do navê zalim rejim bû, do navê zalim DEAŞ bû û îro jî navê zalim YPG/PYD ye. Me çi anî serê DEAŞê em ê heman tiştî li aliyê din yê sînorê xwe bikin û ewledar bikin."
"(Alîkariya çekan a ku Amerîka dide PKK/PYDyê) Ji roja ji şexsê min ra hat gotin ku wê çekan nedin rêxistinên terorê vir va bi sedan TIR ji 4 hezarî zêdetir TIRên çek û wesayîtên bizirx barkirî... Weke ku ne bes e ev çekana li seranserê sînorê me yê Sûriyeyê belav kirin, di ser da jî rabûn di budçeya sala pêş me da jî ji bo çekan pere hat cihêkirin. Ew rêxistina terorê ya vê piştgiriya hildide ji rû derketiye, her ku diçe har dibe. Ji ber vê jî êdî em ji asta gotinê derbas dibin. Ji niha pê va emê bi tenê li kirin û sepandinan binihêrin û bikin rewacê."
"Em li Sûriyeyê ka çawa bi Rûsyayê, bi Îranê re dixebitin em dixwazin bi Amerîkayê re jî bixebitin. Pirsgirêk ew e ku ka Amerîka dixwaze bi me re bixebite an na? Eger Amerîka bi me re bixebite em ê kêfxweş bibin. Em ê binêrin ka em ê çi bikin. Ew pêngavekê biavêjin em ê hemberî wan duqatî gava biavêjin. Di esasê xwe de di navbera me û Amerîkayê tu pirsgirêk tuneye ku em çareser nekin."
"Piştî ku me Efrîn û Minbic ji terorîstan xilas kir ev der wê ji kesên xwediyê vê derê yên esil re bimînin. Pişt ra em ê Tel Ebyad û Resuleynê û heta hemû herêmên li ser sînor dimîne ewledar bikin. Çimkî herêmên sînor wekî korîdoreke terorê ji me re dibin tehdîd."
(Amerîka) Qirîza vîzeyê bi xwe dan destpêkirin nika jî bi xwe çareser kirin. Çiqasî rind e. Me qirîzeke wisa nedixwest. Nika rabû, ya ku lazim dikir jî ev bû. Ji bo ku di mijara Sûriyeyê da jî heman tişt nebe sedem tunin."
"(Amerîka) Ev welêt heke nexwaze bi me ra bixebite, em ê çi bikin? Ew zane. Hemû hêzên li herêmê divê êdî wê rastiyê qebûl bikin. Em ê çawa be jî vê rêxistina terorê wextekî pir jî ne dûr têk bibin. Daxwaza me ew e ku bila di vê heyamê da nav dest û piyên me da nebin."
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokomar Erdogan ji bona Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê wiha got: "Ji bona cilên yektîp dibêje 'Nas û xizmên wan tunene, dema di vî halî da bibînin wê xemgîn nebin û wê filan û bêvan nebe?' Tu çi merivekî cins î. Tu nas û xizmên 251 şehîs û 2 hezar û 193 xaziyên min nafikirî. Tu napirsî 'Nas û xizm û xwîşk û birayên wan dema şehîd bûn çi kirin û çi dikin?' Tu li ser vê nafikirî? Na."
"(Der barê axaftina Omer Suha Aldanê CHPyî de) Ev cahil in û tu terbiyeya wan tuneye. Ew jî çav dide serokê partiya xwe û derdikeve êrîşî miletê me dike. Bi rastî em şaş û ecêb neman, çimkî ez tiynet û cibîliyeta evana baş dizanim. Ya ku em şaş bûn hin hevalên me yên li ser doza me jî beşdarî vê bûn, ew çawa beşdar bûn. Heyfa wan."