06 Tebax 2016•Rojanekirin: 06 Tebax 2016
KONYA
Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Faruk Çelik li Meydana Mewlana ya li Konyayê xitabî welatiyên ku nobeta demokrasiyê digirin, kir.
"Wê şevê li Kobaniyê amadehiya çi kirin?"
Çelik destnîşan kir ku derbekaran xwest ku li Tirkiyeyê tevliheviyê derxin û wiha xeberda: "Wê şevê li Kobaniyê amadehiya çi kirin? Bira derkevin û eşkere bikin. Bira hevalbendên wan eşkere bikin. Ji Kobaniyê wê şevê dê kî derbasî Tirkiyeyê bibûna? Wê çi bikirina, ku derê dagir bikirana û tevliheviyeke çawa derxistana? Wê çend welatiyên me şehît biketana? Yên ku ev plan çêkirin gotin kesên dil dane Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Tirkiyeyê wê vegerin. Em venegeriyan û em venagerin."
"Ji bo bigihêjin armancên xwe ji bo wan her rê mubah e"
Faruk Çelik diyar kir ku bêbextan wê şevê Meclis bombe kirin û wiha got: "Ev nayên aqilê meriv û meriv qebûl nake. Divê êdî ti kes guh nede vê rêxistinê. Îbadet û bêbextî bi hev ra dibin? Di baweriya me da tiştekî wiha tuneye. Ji bo bigihêjin armancên xwe ji bo wan her rê mubah e."