Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ya li navçeya Sirûcê, ji bo sûriyeyiyên ku ji ber şer direvin wekî deriyê filatê û derî ji ber vê yekê balê dikşîne.
Ji ber şer û pevçûnan avahiyên li herêmê hemû wêran bûn. Li Kobanê niha kolan, tax û kuçeyeke ku wêran nebûye nema ye.
Piştî ku DÎŞI ji Kobanê vekişiya, kurdên sûriyeyî jî hêdî hêdî vegeriyan welatê xwe û niha ji bo avakirina herêmê hewl didin.
Dema ku DÎŞIyê ji 3 aliyan ve herêmê dorpêç kiribû, tenê Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê vekirî mabû û kobanîyiyan ji wir alîkarî dixwest.
Tirkiyeyê piştî ku şerê di navbera DÎŞI û pêşmergeyan de gur bû, deriyê xwe ji 200 hezar penaberî re vekir. Dîsa di heman serdemê de pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê jî ji vî deriyê derbasî Kobanêyê bûn.
Mistefa Hamoyê ku li Kobanêyê dijî daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku wan bi saya Tirkiyeyê rojên dijwar derbas kir.
Hamo got ku birîndar li Tirkiyeyê tên tedawîkirin û ji Tirkiyeyê gelek malzemeyên alîkariya însanî jî ji wan re şandin.
Hamo diyar kir ku ji ber şer û pevçûnan herêm serobin bû û wiha axivî:
"Ji bo vezaskirina Kobanê pêdivî bi alîkariyê heye. Em alîkariyê encax bi rêya Trikiyeyê karin bistînin. Ez hêvî dikim ku alîkarî bidin me û em bajarê xwe yê ku serobin bûye ji nû ve çêbikin."